H’emû nûçeSereke

Nîkol Paşînyan û Bart Di Vêvêr li ser mijarên rojevê yên têkilîyên Ermenistan-Bêlçîkayê axivîne

Li  Bryûsêlê rasthatina serokwezîrên Ermenîstanê û Bêlçîkayê,Nîkol Paşînyan û Bart Di Vêvêr pêk hatîye. Derheqa wê yekêda  xizmeta çapemenîya hukumatê ragîhandîye.

Hevpeyvînan li ser  mijarên rojeva têkilîyên Ermenîstan-Bêlçîkayê nîqaş kirine. Alîyan ji dînamîkbûna dîyaloga sîyasî razîbûna xwe anîn ziman û girîngîya avîtina gavên domdar ji bo pêşxistina hevkarîya bazirganî û aborî, berfirehkirina veberhênanan û têkilîyên karsazîyê destnîşan kirine.

Serokwezîrê Bêlçîkayê piştgirîya welatê xwe ji bo pêşxistina têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê nîşan daye, û bawer kirîye ku serdana serokwezîrê Ermenîstanê ya li Bryûsêlê wê ji bo pêşxistina hevkarîya dualî gaveke nû bavêje.

Serokwezîr Paşînyan kêfxweşiya xwe ji encamên civînê anîye ziman û pabendbûna hukumeta Ermenîstanê ji bo pêşxistina hevkarîyê bi Yekîtîtya Avropayêre, di nav de ji bo pêşvebirina bi bandor ya rêforman tekez kirîye.

Nîkol Paşînyan û Bart Di Vêvêr li ser pêşketinên herêmî, di nav de pêvajoya aşîtîyê ya Ermenîstan-Adirbêcanê, nêrînên xwe parve kirine.

Serdana xebatê ya serokwezîr Nîkol Paşînyan ya li Bryûsêlê bi dawî bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button