SerekeSîyasî

Îmad Ahmed: YNK û PDK ê li hev kirine ku li hember Bexdayê bi yek sîyasetê tevbigerin

Endamê polîtbyûroya Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Îmad Ahmed ragîhandîye, civîna wan ya li gel Partîya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) gelek baş derbaz bûye û biryar dane ku bi hev re û bi yek sîyasetê li hember Bexdayê tevbigerin.

Îmad Ahmed ku di heman demê de endamê şanda YNK ê bûye,  14 ê tîrmeha ji bo civîna li gel PDK ê, ji peyamnêrê K24 ê re gotîye: “PDK û YNK ê civîneke gelek baş lidar xistine û em li ser piranîya mijarên girêdayî mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê hevnêrîn bûne”.

Îmad Ahmed destnîşan kirîye jî, di civînê de biryar hatîye dayîn ku li gel PDK ê “bi yek sîyasetê li hember Bexdayê tevbigerin û bibin xwedî yek biryar û yek helwest”.

Her wiha daye zanîn, wana biryar daye, heger şandên PDK û YNK ê bi awayekî cuda jî serdana Bexdayê bikin, dîsa jî wê herdu alî xwedî yek sîyaset û yek nêrînê bin, ku ew jî parastina berjewendîyên Herêma Kurdistanê ye.

Endamê şanda YNK ê tekezî li ser wê yekê jî kirîye, di civînê de piranîya demê ji bo gotûbêjkirina mûçeyê xelkê Herêma Kurdistanê û mafên wan yên darayî hatîye terxankirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button