H’emû nûçeSereke

Armên Grîgoryan û sêkrêtarê konsêya bilind ya ewlekarîya neteweyî ya Îranê rewşa herî dawî ya herêmê nîqaş kirine

Ofîsa konsêya ewlehîyê ragîhandîye ku sêkrêtarê konsêya ewlehîya neteweyî ya Ermenîstanê Armên Grîgoryan bi sêkrêtarê konsêya ewlehîya neteweyî ya bilind ya Îranê Elî Akbar Ahmedîan re bi rêya têlefonê axivîye.

Di daxuyanîyê de hatîye gotin: “Grîgoryan sersaxî ji malbatên kesên ku di şerê 12 rojî yê Îsrayêlê-Îranê de jîyana xwe ji dest dane xwestîye û ji birîndaran re qencbûna bi lez xwestîye”. Hatîye ragîhandin ku di hevdîtinan de li ser mijarên di rojeva hevkarîya dualî ya Ermenîstan-Îranê de axivîne.

Grîgoryan tekezî li ser helwesta Komara Ermenîstanê di mijara vekirina kanalên herêmî de kirîye, ku li ser bingeha yekparçeya axê, serwêrî û dadwerîyê ye. Ahmedîan helwesta Komara Îslamî ya Îranê di mijara vekirina kanalên herêmî de ji nû ve piştrast kirîye û piştgirî daye helwesta Komara Ermenîstanê. Pêşketinên herî dawî yên herêmî jî hatine nîqaşkirin, di çarçoveyê de Grîgoryan û Ahmedîan tekezî li ser girîngîya parastina ewlehî û aramîya herêmê kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button