H’emû nûçeSereke

Fitch nota Ermenîstanê li “BB-” bi pêrspêktîveke “stabîl” îzbat kirîye

Ajansa navneteweyî ya nirxandinê Fitch Ratings, nirxandina xwerû ya derxînerê pereyên bîyanî ya demdirêj ya Ermenistanê (IDR) li ser “BB-” bi pêrspêktîveke “stabîl” îzbat kirîye.

Wek ku di rapora ku li ser malpera ajansê hatîye weşandin, hatîye destnîşankirin, nirxandina “BB-” ya Ermenîstanê polîtîkayên makroaborî yên pêbawer û rêjeyên mezinbûna bilind nîşan dide ku dibin sedema zêdebûna dahata serê kesî.

Analîstên Fitch bawer dikin, “Ev hêz ji hêla mezinbûna biçûk ya aborîyê, kêmasîya byûcêyê ya ku li gorî welatên berawîrdî wê bilind bimîne, fînansmana derveyî ya qelis,sêktora darayî, û rîskên jêopolîtîk ve têne telafîkirin”.

Pêşbînî tê kirin ku mezinbûna aborî ya Ermenîstanê di byûcêya sala 2025 a de bi rêjêya 5.1 selef be. Li gorî rapora sîyaseta diravî ya banka navendî ya ji bo çaryeka duyemîn ya îsal, mezinbûna berhema navxweyî ya Ermenîstanê heta dawîya sala 2025 a, li gorî qursê (A-B), di sala 2026 a de 4.9-4.4 selef û di sala 2027 a de 4.7-5 selef be.

Sala 2025 a de, berhema navxweyîya Ermenîstanê wê bi rêjeya 5,5 selefî mezin bibe. Banka cîhanî pêşbînî dike ku aborîya welêt bi rêjeya 4 selef, fonda pereyan ya navneteweyî – 4,5 selef, banka Avropayê ji bo nûavakirin û geşepêdanê – 5 selef, û banka geşepêdana Asyayî – 6  selef mezin bibe. Li gorî pêşbînîya ajansa Fitch Ratings, mezinbûna berhema navxweyî ya Ermenîstanê dê di sala 2025 a de 5 selef, û di salên 2026-2027 a de 4,7 selefbe. Berhema navxweyî  pêşbînî dike ku aborîya Ermenîstanê di sala 2025 a de bi rêjeya 5,2 selefê mezin bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button