H’emû nûçeSereke

Keça ermenîye biçûk di pêşbirka mûzîkê ya navneteweyî ya “Grand Prize Virtuoso” de li Zalsbûrgê xelata yekem wergirtîye

Anî Mêlîkyan, xwendikara dersxana koma 2 a ya dibistana taybet ya mûzîkê ya kavîn ya Çaykovskî ya Yêrêvanê, xelata yekem ya pêşbirka mûzîkê ya navneteweyî ya “Grand Prize Virtuoso” wergirtîye.

Pêşbirk li bajarê ji dayîkbûna Mosart, bajarê Zalsbêrg ê Aûstryayê pêk hatîye.

Anî Mêlîkyan di pêşbirkê de besteya “Barcarolle” ya bestekarê hemdem yê ermenî Aram Satyan raber kirîye.

Mamosteya Anî, dosênt-profêsora li konsêrvatorya dewletê ya Komîtas ya Yêrêvanê Îrîna Grîgoryan, di hevpeyvînekê de bi kArmenpress” ê re gotîye: “Me biryar da ku berhemeke bestekarê hemdem yê ermenî raberî temaşevanên avropî bikin da ku nîşan bidin ku mûzîka klasîk ya ermenî berdewam geş û pêş dikeve”.

Pîyanîsta ermenî ya heşt salî di pêşbirkên navneteweyî yên li Fransîyayê,Îspanyayê, Hollandîyayê, Îtalyayê, Sêrbîyayê, Polonyayê, Brîtanyaya Mezin û her wiha li Komara Ermenîstanê de gelek xelat wergirtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button