H’emû nûçeSereke
Vahagin Xaçatûryan li pareskerên nêzîkî sînorê tevî qeza Syûnîkê qesidîye

Nava dorana seredana li qeza Syûnîkê, serokkommarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan li gundên Çakatênê û Nêrkîn Handê qesidîye.
Nava atmosifêra heyîda ewî tevî binelîya qise kirîye û derheqa gundada pirs-pirsîyar kirine.
Serokkomar usa jî derheqa progiramên hukumatêye li gundên li ser sînor pirsên xwe dane binelîya.
Vahagin Xaçatûryan usa jî li paresker qsidîye û nasîya xwe daye qewilên jîyîna leşkera.
Nava dorana seredanêda, serokkomarê Ermenîstanê cêrge leşker bona qulixkirina baş rewa kirine.
Vahagin Xaçatûryanê usa jî li cîhê dergehê sînorê ermenîya-îranîya qesidîye û nasîya xwe daye şuxulkarîya gumrikê û xebatên çêkirinêye li wir.







