Tetbîqata leşkerî ya hevbeş ya amêrîkî-ermenî “Teyrê hevkar-2025 ” wê li Ermenîstanê bê lidarxistin

Ji wezîreta parastinê ya Ermenîstanê ragîhandine ku di çarçoveya amadekarîyên ji bo beşdarbûna di mîsyonên aştîparêzîyê yên navneteweyî, tetbîqata leşkerî ya hevbeş ya ermenî-amêrîkî ” Teyrê hevkar-2025″ wê ji 12-20 ê tebaxê li Komara Ermenîstanê bê lidarxistin.
Di tetbîqatê de wê leşkerên aştîparêz ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê, hêzên bejahî yên Dewletên Yekbûyî ji Avropayê û Afrîkayê, û gvardîya Kanzasê beşdar bibin.
Tetbîqat amadekarî û pêkanîna erkên parastina aşîtîyê dihewîne, bi tekezî li ser prosêdûrên valakirina bijîşkî.
Armanca tetbîqatê ew e ku asta hevahengîya yekîneyên ku di çarçoveya opêrasîyonên aşîtîyê de beşdarî mîsyonên aşîtîyê yên navneteweyî dibin bê zêdekirin, di warê rêveberî û ragîhandina taktîkî de pratîkên çêtirîn bên danûstandin, û her wiha amadebûna yekîneya aîştîyê ya hêzên çekdar yên Ermenîstanê bê zêdekirin.
Wek beşeke ji amadekarîyên ji bo mîsyonên aştîparêzîyê, yekîneyên ku xwe ji bo opêrasîyonên aştîparêzîyê yên navneteweyî amade dikin bi rêkûpêk beşdarî tetbîqatên leşkerî yên hevbeş û yên bi vî rengî li welatên hevkar dibin.







