SerekeSîyasî

Ermenîstan di sîyaseta cînartîyê ya Têhranê de xwedî cîhekî taybet e:cîgirê serokkomarê Îranê ji serokkomarê Ermenîstanê re

Serokkomarê Ermenîstanê Vahagin Xaçatûryan, ku bi serdana xebatê li bajarê Tûrkmenistanêyî Tûrkmênbaşîyêye, di çarçoveya “Konfêransa sêyemîn ya welatên bê derya” de bi cîgirê serokkomarê Komara Îslamî ya Îranê Mûhammêd Rêza Arêf re civîyaye.

Li gorî rapora ajansa nûçeyan ya IRNA ê, daxuyanîya alîyê îranî li ser hevdîtinê, Mohemed Rêza Arêf tekezî li ser kûrkirin û berfirehkirina têkilîyên di navbera Îranê û Ermenîstanê de di warên çêkirina rêyan, ênêrjîyê, jîngehê, transîtê û veguhastinê, têknolojîyê û îstîxbarata sûnî de kirîye.

“Ermenîstan di sîyaseta cînartîyê ya Îranê de xwedî cîhekî taybet e, û têkilîyên Têhranê-Yêrêvanê li ser bingehên saxlem û neşikestî ne”,- ewî gotîye.

Arêf destnîşan kirîye ku şêwirmendîyên di navbera berpirsên herdu welatan de di asteke xwestî û têrker de ne, û Îran pêşwazîya berdewamîya şêwirmendîyên di navbera berpirsên herdu welatan de dike.

Cîgirê yekem yê serokkomarê Îranê behsa serdana xwe ya Ermenîstanê û beşdarbûna xwe di civîna bilind ya Yekîtîya Avrasyayê de, û her weha şêwirmendîyên dualî kirîye û gotîye: “Me li gorî berjewendîyên hevpar yên her du welatan di warên cûre-cûr de, di nav de veguhastinê, ênêrjîyê, binesazîyê, bazirganîyê, çandinîyê, zanistê û têknolojîyê, perwerdê, çand û têkilîyên giştî de peyman û tedbîrên hêja dest pê kirine, ku divê em gav bi gav kûrtir bikin”.

Arêf pêşwazî li danûstandinên aşîtîyê li herêmê û di navbera cînaran de û çareserkirina nakokîyan bi rêya danûstandinan kirîye û tekez kirîye ku “aşîtî di berjewendîya hemû welatên herêmê de ye, û divê çareserkirina pirsgirêkên herêmî bêyî destwerdana dewletên bîyanî bê kirin”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button