5 hevkarên bazirganî yên sereke yên Ermenîstanê kîjan in?

Dahata bazirganîya der ya Ermenîstanê çile-hezîrana sala 2025 a li gorî heman serdema sala borî nîvî kêm bûye. Li gorî komîtêya îstatîstîkê, kêmbûn 45 selefe. Ev bi giranî ji ber kêmbûna 54,8 selef ya dahata bazirganîyê ya bi Rûsyayê re ye, û bi giranî hawirdekirin, ne hinardekirin, kêm bûye. Tevî kêmbûna dahata bazirganîyê, para bazirganîya bi Rûsyayê re di nav tevahîya qebareya bazirganîya Ermenîstanê de ya herî mezin e – 35,2 selef.
Di rêza sêyemîn de Yekîtîya Avropayêye, bi rêjeya 12 selef, ku qebareya bazirganîyê ya pê re di nîvê yekem vê salê de 9,5 selef zêde bûye, lê ji hêla qebareyê ve sê qat ji ya Fêdêrasîyona Rûsyayê kêmtir e.
Di rêza çaremîn de Yekîtîya Mîrtîyên Erebaye, 11,7 selef. Bazirganîya Ermenistanê bi Yekîtîya Mîrtîyên Ereba re jî sê qat kêm bûye.
Ji alîyê qebareyê ve, Îran bi rêjeya 3.5 selef hevaltîya bazirganî yê pêncemîn yê Ermenîstanê ye. Di şeş mehên borî de, bazirganîya Ermenîstan-Îranê 6 selefî zêde bûye.







