H’emû nûçeSereke
Ji 1ê tîrmehê nifûsa daîmî ya Ermenîstanê 3 084 mîlyon kes bûye

Ji 1ê tîrmeha sala 2025 a vir ve, nifûsa daîmî ya Ermenîstanê 3.084 mîlyon kes bûye, ku ji wana 1,974 mîlyon li bajaran û 1,109 mîlyon li gundan dijîn. Agahdarî ji hêla komîtêya îstatîstîkê ve hatine weşandin.
Li gorî heman serdema sala borî, nifûs 27 hezarî zêde bûye. Nifûsa bajaran ji hezarî zêdetire, li gundan jî – 25 hezarî zêde bûye.
Li gorî daneyên îstatîstîkî, li Yêrêvanê 1,143 milyon kes dijîn. Navçeya îdarî ya herî qelebalix Malatya-Sêbastya ye: 150.3 hezar kes li vir dijîn. Navçeya îdarî ya Nûbaraşênê ya herî kêm qelebalix e ku 11,2 hezar welatî lê dijîn.
Herêma Kotaykê herêma herî zêde nifûs e: 294,9 hezar welatî li vir dijîn, herêma herî kêm nifûs Vayos Zor e ku 49,4 hezar niştecîh lê dijîn.







