
Reuters ê hûrgiliyên ji rojeva civîna sêalî ya di navbera serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, serokê Amêrîkayê Donald Tramp û serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv de ku di îro li Waşîngtonê hatibû lidarxistin, ragîhandîye.
Li gorî “Armenpress” ê, Reuters, bi îşareta çavkanîyên agahdar, nivîsîye ku di civîna di navbera serokên Ermenîstanê û Adirbêcanê de li Waşîngtonê, wê belgeyeke çarçoveyî ya li ser aşîtîyê bê îmzekirin, ku li gorî wê Dewletên Yekbûyî wê mafên taybet werbigire da ku korîdoreke transîtê ya stratêjîk bi rêya Başûrê Kafkasîyayê pêş bixe. Di heman demê de, tê destnîşankirin ku ev rê wê di çarçoveya qanûnên Ermenîstanê de bê birêvebirin.
Karbidestên ku navên wan nehatin eşkerekirin, ji ajansê re gotine ku bi vê belgeyê re, Ermenîstan plan dike ku mafên pêşkeftina demdirêj yên taybetî bide Dewletên Yekbûyî ji bo korîdora transît, ku wê wek “Rêya Tramp ji bo aşîtîyê û serfirazîya navneteweyî” bê binavkirin û bi kurtenava TRIPP bê zanîn.
Li gorî rayedaran, ev rê wê li gorî qanûnên Ermenîstanê bê xebitandin, û Dewletên Yekbûyî wê erdê ji bo binesazî û rêveberîyê bide konsorsyûmekê. Rayedarekî destnîşan kirîye ku ev tevgera bi rêya bazirganîyê wê herêmê veke û pêşî li çalakîyên leşkerî yên din bigire.







