SerekeSîyasî

Rojnamevan mijara sereke ya civîna Tramp-Paşînyan-Elîyêv destnîşan kirîye

Korîdor îdî tune ye. Mijara sereke ya civîna Tramp-Paşînyan-Elîyêv wê bernameyeke nû ya veguhastin û pêşkeftinê be ku jê re “Nexşerêya aşîtîyê û refahê ya navneteweyî ya Tramp” (TRIPP) tê gotin. Rojnamevan Alêks Raûfoglû li ser torên civakî li ser vê yekê nivîsîye.

Plana pêşxistina binesazîya “Rîya Tramp”, ku tê texmînkirin Ermenîstanê û Adirbêcanê bi hev ve girêbide, wê civîna aşîtîyê ya qesira Sipî de bê raber kirin.

“Berî civîna Tramp, Paşînyan û Elîyêv , min bi çend rayedarên amêrîkî re axivîye.

“Civîna îro peymaneke aşîtîyê ya dawî ye, lê gaveke girîng e ku bingeha aşîtîyeke mayînde datîne. Rêber wê hejmareke belgeyan îmze bikin”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button