
Îmzekirina peymana aşîtîyê ya destpêkê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de wê îro êvarê bê weşandin.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda wezîreta Ermenîstanêye karên der daxuyanî daye.
Li Waşîngtonê, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov bi amadebûna serokên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî “Peymana li ser avakirina aşîtî û têkilîyên navdewletî di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê de” îmze kirine.
Li gorî rêkeftina ku bi Adirbêcanê re hatîye kirin, metina îmzekirî ya rêkeftinê wê îro êvarê bê weşandin.
Di daxuyaniyê de hatîye gotin: “Wezîran her wiha daxwaznameyeke hevbeş ji bo Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê li ser girtina pêvajoyên koma Mînskê ya Organîzeya Hevkarî û Ewlekarîya Avropayê û avahîyên pêwendîdar îmze kirine”.
Wezîr Mîrzoyan di nivîsara xwe ya li ser platforma X de daye kifşê:
“Ev bi rastî jî kêlîyeke dîrokî ye ji bo aşîtîyê. Rojeke girîng û sembolîk ji bo Komara Ermenîstanê, herêmê û cîhanê. Îro, em jî girêdaneke xurttir, geşbûn û pêşerojeke geştir ji bo nifşên xwe radigîhînin”.







