H’emû nûçeSereke

Peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bingeheke xurt ji bo avakirina aşîtîyeke pêbawer û mayînde ye: Nîkol Paşînyan

Peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de bingeheke xurt e ji bo avakirina aşîtîyeke pêbawer û mayînda.

Li gorî “Armenpress” ê, piştî ku wezîreta karên der metna peymanê weşandîye, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan derheqa wê yekêda li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

“Li vir metna peymana aşîtîyê û têkilîyên navdewletî yên di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de ye, ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin. Ev peyman bingehek zexim e ji bo avakirina aşîtîyeke pêbawer û mayînde, encama peymaneke di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de, ku berjewendîyên hevseng yên her du welatan dîyar dike”,- Paşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button