Mîrzoyan ji wezîrê Îranêyî karên der ji ber behsa wî ya bi prînsîp ya li ser peymanên Waşîngtonê sipasî kirîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan bi wezîrê Îranêyî karên der Sêyêd Abas Araxçî re bi rêya têlefonê axivîye.Derheqa wê yekêda ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine.
“Wezîr Mîrzoyan behsa encamên civînên ku 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatine lidarxistin kirîye, di nav de lihevkirinên li ser nenavendîkirin û pêşxistina ragîhandinên herêmî û xebatên din jî”.
Ararat Mîrzoyan tekez kirîye ku, wek ku Komara Ermenîstanê bi berdewamî gotîye, danezana Waşîngtonê nîşan dide ku xebitandina binesazîyê, ya ku li Ermenîstanê bi hevkarîya Amêrîkayê bê çêkirin, wê di çarçoveya yekparçeya ax, serwêrî û dadwerîya welatan de pêk bê.
Di vî warî de, wezîr Mîrzoyan ji bo rêfêransa wî ya prînsîpî ya li ser peymanên Waşîngtonê spasîya Sêyêd Abas Araxçî kirîye.
Di daxuyanîyê de hatîye gotin ku di navbera herdu alîyan de li ser amadekirina şêwirmendîyên pêşerojê û têkilîyên asta bilind yên di navbera Ermenîstanê û Îranê de nêrînên xwe parve kirine.
Em bi bîr bînin ku wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî, behsa belgeyên ku di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatine îmzekirin kirîye û gotîye: “Di derbarê têkilîyên bi Ermenîstan û Adirbêcanê re, divê bê gotin ku me gelek nîqaş bi wan re kirine. Wezîrê Ermenîstanêyî karên der wê bi minra telefon bike. Serokwezîrê Ermenîstanê, birêz Paşînyan jî wê bi minra têlêfon bike û serdana cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der bo Têhranê hatîye plankirin.







