H’emû nûçeSereke

Dêra herî kevin ya li Ermenîstanê li Artaşatê hatîye dîtin: Arsên Boboxyan li ser encamên kolandinên li Artaşatê

Di dema kolandinên li bajarê Ermenîstanêyî Artaşatê encamên cidî hatine tomar kirin.

Ev yek ji alîyê Arsên Boboxyan, rêveberê înstîtûta arxêolojî û êtnografîyê ya akadêmîya neteweyî ya zanistî ya Komara Ermenîstanê di çarçoveya projeya podkastê hatîye destnîşankirin ku kolandinên li Artaşatê ji alîyê êkspêdîsyona ermenî-almanî ve têne kirin.

Boboxyan bi berfirehî gotîye: “Êkspêdîsîyonê lêkolîneke jêofîzîkî ya pir mezin kirîye, ku tê wateya şopandina herêmê, dîtina tiştên di bin erdê de, û dû re çûyîna kolandinan. Herêmên pir mezin hatine nav kirin. Di encamê de, avahîyek 3 sal in tê kolandin, ku derket holê ku ew dêr e, ku bi rêbazên zanistên xwezayî vedigere destpêka sedsala 4 a. Ew dêreke herî kevin ya arxêolojîk li Ermenîstanê ye. Pir mimkûn e ku pêvajoyên dîrokî yên ku em ji çavkanîyên xwe yên sereke dizanin, wek ku tê gotin, bi rêya arxêolojîyê xwîn û goştê xwe dane wan”.

Li gorî wî,  Artaşat wek paytext, xwedî têkilîyên pir girîng bûye û “şede” yê pêvajoyên dîrokî û çandî ye ku kolandin eşkere dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button