SerekeSîyasî

Ji bo bicîhanîna belgeyên ku bi Amêrîkayê û Adirbêcanê re hatine îmzekirin, komên xebatê bê bên avakirin: wezîr

Ji bo bicihanîna belgeyên ku di navbera Ermenîstanê, Dewletên Yekbûyî û Adirbêcanê de hatine îmzekirin, di demek nêzîk de pêvajoyên xebatê wê dest pê bikin, komên xebatê wê bên efirandin, û ji wê gavê û pê ve, heke hewce bike ku agahdarîya zêde bê dayîn, hukumet wê bê guman peyda bike. Derheqa wê yekêda wezîrê Ermenîstanêyî rêveberîya herêmî û binesazîyê, Davît Xûdatyan, 14 ê tebaxê  di hevpeyvîna bi rojnamevanan re ragîhandîye.

Ewî şirove kirîye ku hukumet wê li ser formata komên xebatê jî agahdarîyên zêdetir bide.Karbidest piştrast kirîye ku avakirina komên xebatê wê demeke dirêj negire.

Dema ku ji wezîr hatîye xwestin ku hûrgilîyan bide û zelal bike ka gelo azêrî dema ku ji axa Ermenîstanê derbaz dibin wê rastî cerdevanên sînor yên ermenî  bên, wezîr bersiv daye ku heta niha bi qasî ku pêwîst bûye agahî hatine dayîn. Ewî destnîşan kirîye ku “Di vê gavê de tiştek tune ku lê zêde bikim”,-ewî daye kifşê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button