H’emû nûçeSîyasî

Îran bi taybetî ji planên ku gihîştina wê ya veguhastinê sînordar dikin hesas e:Araxçî

Ajansa nûçeyan ya Mehr ya îranî ragîhandîye ku wezîrê Îranêyî karên der Abas Araxçî dîyar kirîye ku Îran piştgirîyê dide aşîtî û aramîya di navbera welatên cînar, ew girîngîyeke taybetî dide aramîya jêopolîtîk ya herêmî û parastina berjewendîyên xwe yên neteweyî jî.

Araxçî roja roja  pêncşemê li ser Instagramê nivîsîye: “Roja çarşemê min cîgirê wezîrê Ermenîstanêyî karên der û nûnerê taybet yê wezîreta Rûsîyayêye karên der  ji bo Kafkasîyayê pêşwazî kirîye. Me li ser mijarên navneteweyî nîqaş kirine, bi taybetî bala xwe da pêşketinên sîyasî yên li herêma Kafkasîyayê”.

Li gorî Araxçî, ewî careke din destnîşan kirîye ku Komara Îranêye Îslamî  piştgirîyê dide avakirina aşîtî û îstîqirarê di têkilîyên di navbera welatên cînar de, di heman demê de girîngîyeke taybetî dide îstîqirara jêopolîtîk ya herêmî û parastina berjewendîyên xwe yên neteweyî. Wezîrê karên der her wiha gotîye ku Îran bi taybetî ji her bername yan projeyeke ku dikare gihîştina wê ya veguhastinê yan berjewendîyên welêt sînordar bike hesas dimîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button