SerekeSîyasî

PDK û YNK: divê gavên avakirina kabîneya nû berdewam bin

Şandên danûstandinan yên PDK û YNK ê civîyan û hevnerîn bûn ku, divê bizavên cidî bên kirin da ku gera şeşê ya parlamêntoya Kurdistanê îlona bê de dest bi kar û çalakîyên xwe yên asayî û qanûnî bike.

Şandên danûstandinan yên partiya Dêmokrat ya Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) 14 ê tebaxa sala  2025 a li bajarê Hewlêrê civîyan.

Her du alîyan piştî wê civînê daxuyanîyeke hevpar weşandine û tê de amaje dane:“Li jêr ronahîya wan bingeh û prînsîpên ku di dîtina hevpar ya di navbera her du alîyan de lihevkirin li ser hatîye kirin û gavên ku ji bo rêkxistina xebata hevpar ji bo qonaxa bê ya desthilatdarîya Kurdistanê hatine avêtin, pêşveçûyîneke mezin peyda bûye”.

Li gorî wê daxuyanîyê, bi li berçevwergirtina rewşa heyî ya deverê û pêşketinên ku diqewimin, ji bo rêzgirtina li hez û îradeya xelkê Kurdistanê, her du alî hevnerîn bûn ku divê bizavên baş û cidî bên kirin da ku gera şeşa ya parlamêntoya Kurdistanê îlona bê de dest bi kar û çalakîyên xwe yên asayî û qanûnî bike.

Her du alîyan tekez li ser pêdivîtîya berdewambûna gavên din yên avakirina kabîneya deha ya hökömeta Herêma Kurdistanê jî kirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button