Peywendiyên bi Ermenîstanê re ji bo Îranê girîng in: Armên Grîgoryan û Elî Larîcanî axivîne

16 ê tebaxê, sêkrêtarê konsêya ewlehîyê ya Komara Ermenîstanê Armên Grîgoryan bi sêkrêtarê konsêya ewlehîyê ya neteweyî ya bilind ya Komara Îranêye Îslamî Elî Larîcanî re bi rêya têlefonê axivîye.
Li gorî “Armenpress” ê, ji ofîsa konsêya ewlehîyê ya Komara Îranêye Îslamî radigihîne ku Armên Grîgoryan ji bo destnîşankirina wî wek sêkrêtarê konsêya bilind ya ewlehîya neteweyî ya Komara Îranêye Îslamî pîrozbahî li Elî Larîcanî kirîye û di vê posta berpirsîyar û girîng de serkeftin jê re xwestîye.
Sêkrêtarê konsêya ewlehîya neteweyî ya Komara Ermenîstanê tekez kirîye ku di navbera Ermenîstanê û Îranê de têkilîyên sazîyî hatine damezrandin, û piştrastîya xwe anîye ziman ku pêkanîna peymanên heyî wê berdewam bike, û di pêşeroja nêzîk de rêyên nû yên hevkarîyê wê bên destnîşankirin.
Elî Larîcanî ji bo xêrxwazîyê spasîya xwe nîşan daye û tekez kirîye ku têkilîyên bi Ermenîstanê re ji bo Îranê girîngîyeke stratêjîk in.Ewî her wiha gotîye ku hevkarîya dualî ya Ermenîstan-Îranê her gav encamên erênî bi dest xistîye û ew amade ye ku di çarçoveya hevkarîya pirsêktorî de beşdarîya xwe bike.
Di dawîya axaftina têlefonê de, sêkrêtarê konsêya bilind ya ewlekarîya Îranêye neteweyî Armên Grîgoryan vexwendî Îranê kirîye.







