
Dewrîyeyeke leşkerî ya koalîsyona navneteweyî ku ji 5 wesayîtan pêk dihat, li gundewarê bakûrê Dêrezorê li herêma di navbera bajarokê Al-Îzbêh û kargeha gazê ya Konîkoyê de gerîyaye.
Di heman demê de helîkopteran jî li esmanê herêmê firînên xwe domandin.
Li gorî agahîyên rewangeha mafên mirovan fa Sûrîyayê (SOHR), ev dewrîye ji destpêka vekişîna gav bi gav ya hêzên koalîsîyonê ya ji Dêrezorê û vir ve di cûreya xwe de ya yekem e.
SOHR ê roja 2 ê hezîranê ragîhandibû ku Amêrîkayê ji nişêka ve ji du baregehên xwe yên sereke yên li rojhilatê Dêrezorê yên di nav herêmên di bin kontrola HSD ê de dest bi vekişînê kirîye.
Vekişînê 18 ê gulanê dest pê kiribû û di destpêka hezîranê de hatibû dîtin ku konvoyên zirxî û alavên lojîstîk ji kêlgeha pêtrolê ya El-Omerê û kargeha gazê ya Konîkoyê derdikevin.
Baregeha El-Omerê li Sûryayê baregeha herî mezin ya leşkerî ya Amêrîkayê bûye û her du baregeh jî di du salên dawî de gelek caran rastî êrişên komên çekdar yên ser bi Îranê ve hatibûn.
Piştî vekişînê, yekîneyên komando yên HSD ê li wan cîhên ku hêzên amêrîkî vala kiribûn, bi cîh bûn.







