SerekeSîyasî

Wezîreta pêşmerga: yekxistina hêzan di qonaxa dawî de ye

Berdevkê wezîreta pêşmerga ragîhandîye, pêvajoya yekxistina hêzên pêşmerge pêşketineke baş bi xwe ve dîtîye û gihîştîye qonaxa xwe ya dawî. Herwiha daye zanîn, di nava du mehên bê de, dê hemû hêzên pêşmerga mûçeyên xwe bi rêya projeya “Hejmara min” werbigirin.

Berdevkê wezîreta pêşmerga Osman Rîşe  19 ê tebaxê ji K24 ê re ragîhandîye:”Yekxistina hêzên pêşmerge gihîştîye qonaxa dawî û hejmara lîwayan temam bûye. Di demeke nêzîk de wê her du fermangehên deverên yek û du yên hêza pêşmerge bên avakirin û encamên dawî wê radestî encûmena wezîran ya Herêma Kurdistanê bên kirin”.

Osman Rîşe gotîye: “Rêberî û rênimaîyên serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hewldanên me yên ji bo yekxistina hêzan de alîkar û piştgir bûne. Di heman demê de, her du fermandarîyên yekeyên 70 û 80 jî hevkarîyeke baş raber kirine”.

Derbarê çaksazîyan de jî Rîşe dîyar kirîye, wezîreta pêşmerga di warê çaksazîyan de jî pêşketinên berbiçev tomar kirine û gotîye: “Rêveberîya giştî ya jimêryarîya leşkerî ya wezîreta pêşmerga di projeya “Hejmara min” de li pêşîya hemû wezîretên din e û hejmara herî zêde ya pêşmerge û efseran bi rêya “Hejmara min” mûçeyên xwe werdigirin. Biryar e di nava du mehên bê de mûçeyên tevahîya hêzên pêşmerge biçe ser “Hejmara min”.

Berdevkê wezîreta pêşmerga herwiha amaje bi wê yekê kirîye, alîkarîyên Amêrîkayê ji bo hêza pêşmerga berdewam in û biryar e ji bo salên bê peymanên nû bên îmzekirin. Herwiha tekez kirîye jî, wezîreta pêşmerga di rahênan û perwerdekirina hêzên xwe de berdewam e.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button