H’emû nûçeSereke

Zedebûna  berhema navxweyî ya   Ermenîstanê di çaryeka duyemîn ya îsal de gihîştîye 5,9 selefî:wezîrê êkonomîkayê

Li Ermenîstanê, rêjeya mezinbûna berhema navxweyî di çaryeka duyemîn ya sala 2025 a li gorî çaryeka yekem zûtir bûye û gihîştîye  5,9 selefî.

Li gorî “Armenpress” ê, wezîrê Ermenîstanêyî êkonomîkayê Gevorg Papoyan li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye.

Papoyan nivîsîye: “Heger di çaryeka yekem ya vê salê de,  berhema navxweyî bi 5,1 selefî  zêde bûbe, wê demê di çaryeka duyem de, zêdayî mezin bûye û gihîştîye 5,9 selefî.Bînim bîr ku di dawîya sala borî de, dema ku byûcêya îsal dihat pejirandin, byûcêya dewletê zêdebûna 5,1 selefê di zêdebûna berhema navxweyî de pêşbînî dikirîye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button