
։
Reuters ê ragihandîye ku dayîkên hin şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja çarşemê li ber komîtêyeke parlamentoya Tirkîyayê ya ku çavdêrîya bêçekkirina tevgerê dike, daxwaza efûyek ji bo zarên xwe û bidawîanîna kuştinên bi dehan salan kirine.
Dayîka kurd Nêzahat Têkênê li ser navê koma “Dayîkên ji bo aşîtîyê” ji parlamêntaran re gotîye: “Em dayîk îdî naxwazin bigirîn. Werin em çekan çelkin, ne zarokên xwe”.
Komîsyona, ku bi navê “Komîsyona hevgirtina neteweyî, biratî û dêmokrasîyê” tê binavkirin, armanc dike ku rê li ber aşîtîyeke mayînde veke ku wê li Sûrya cînar jî deng vede.
Tekenê, ku serpoşa sipî, sembola daykên aşîtîyê li xwe kirîye, gotîye: “Heger em dixwazin bêtir çek bên şewitandin, divê şansek ji van kesan re bê dayîn. Heger ew ji çîyan dakevin û tenê cezayê hebsa heta-hetayê li wan bê birîn, em çawa dikarin yên din razî bikin ku çekên xwe bişewitînin?”
Dayîkeke din, Rêbîya Kîranê, ji qanûndanêran xwest ku rêziknameyên ku endamên PKK ê ji cezayên dirêj yên girtîgehê biparêzin, derxin. Ewê gotîye: “Heger hûn aşîtîyê dixwazin, bila ew bi sîyasetê re mijûl bibin, ne ku bên girtin”.
Di şerê çar dehsalan yê di navbera dewleta Tirkîyayê û PKK ê de 40,000 kesî zêdetir hatine kuştin.
PKK, ku sala 1984 a de dest bi şerê li dijî Tirkîyayê kirîye, meha gulanê ragîhandibû ku ew çek dide û xwe dihelîne, û meha borî çend endamên wê di merasîmeke sembolîk de li çîyayên bakûrê Îraqê çekên xwe şewitandin.







