Hêvîdar im ku li Ûkraînayê aşîtî wê di demeke nêzîk de serdest bibe: Paşînyan Zêlênskî pîroz kirîye

Serokwezîr Nîkol Paşînyan bi boneya cejina neteweyî ya Ûkraînayê, roja Serxwebûnê, peyameke pîrozbahiyê ji serokkomarê Ûkraînayê Valadîmîr Zêlênskî re şandîye. Di peyamê de wiha tê gotin:
“Ez bi germî bi boneya cejina neteweyî ya Ûkraînayê, roja Serxwebûnê pîroz dikim.
Pêwendîyên di navbera Ermenîstanê û Ûkraînayê de li ser bingeha dostanîya sedsalan û rêzgirtina dualî ya di navbera herdu gelên me de ne. Ermenîstan bi pêşxistina têkiliyên sûdmend yên dualî bi Ûkraînayê re eleqedar e.
Ez hêvîdar im ku di demeke nêzîk de aşîtî li Ûkraînayê serdest bibe, û di şert û mercên îstîqirarê de, em ê bi saya gavên hevbeş, ji bo berjewendîya gelên me, bi ser bikevin ku pêşvebirina têkiliyên navbera dewletan yên di navbera Ermenîstanê û Ûkraînayê de li ser bingeha rêzgirtina dualî, ji bo berjewendîya gelên me, teşwîqek nû bidin.
“Bi vê derfetê, ez ji We re, tenduristîyeke baş û serkeftinê û ji gelê dost yê Ûkraînayê re jî, aşîtî û aramîyê dixwazim”.







