
Serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv hevpeyvîna li gel têlêvîzyona “El-Erebîya” ê dîyar kirîye ku bûyera ku 8 ê tebaxê li qesira Sipî pêk hatîye, di rastîyê de nîşana bidawîhatina rû bi rûbûna bi Ermenîstanê re û derketina ji rewşa bêçare ye. Li gorî wî, daxuyanîya ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin garantîya ewlehî û pêşkeftina domdar ya Ermenîstanê ye.
“Girîngîya belgeya ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin ev e ku her du alî yekparçeya axa hevdu nas dikin. Û em ê têkilîyên xwe yên pêşerojê li gorî vê prînsîpa bingehîn ya hiqûqa navneteweyî plan bikin. Û dîsa, ev ne peymaneke di navbera min û Nîkol Paşînyan de ye, lê di navbera her du dewletan de ye. Ji ber vê yekê, heger Ermenîstan rêzê li yekparçeya axa me negire, em ê heman tiştî li hember yekparçeya axa wan bikin”,- Alîyêv gotîye.
Di heman demê de, ewî dubare kirîye ku Konstîtûsîya Komara Ermenîstanê de bendek heye ku yekparçeya axa Adirbêcanê dixe ber pirsê, û peymana aşîtîyê tenê wê demê tê îmzekirin ku ev astengî bêbandor bibe.
Alîyêv derbarê “Rîya Tramp” de destnîşan kirîye ku ew ê bibe girêdaneke veguhastinê ya girîng ku parzemînan bi hev ve girêdide û ji bo Îranê tehdîd nake.Ewî bawarî elam kirîye niha ku navê vê rêyê li ser navê Tramp hatîye danîn, ew ê di demeke nêzîk de bê bicîh kirin.
Serokkomarê Adirbêcanê her wiha behsa têkilîyên bi Moskvayê re kirîye û tekez kirîye ku xistina balafirê ya “Azal” ê gerekê neqewimîya, ew encama şaşîya alîyê Rûsyayê bû. Elîyêv tekez kirîye ku “Berteka rayedarên rûsî ya li hember bûyerê li Adirbêcanê bûye sedema dilşikestineke mezin”, û her wiha gazin ji bikaranîna tundûtûjîyê li dijî adirbêcanyan li Rûsyayê kirîye.
Alîyêv destnîşan kirîye ku “Em ne berpirsîyarê xirabûna têkiliyan in. Em bi awayekî avaker bersivê didin, û em ê tu carî tu nîşandana bêrêzîyê li hember me qebûl nekin”.
Derbarê Ûkraînayê de, serokkomarê Adirbêcanê tekez kirîye ku Bekû piştgirîyê dide Ûkraînayê û yekparçya axa wî welatî.







