H’emû nûçeSereke

Bi beşdarbûna Papoyan mijarên rêxistinî yên pêşbirka şerabê ya navneteweyî ya Mondîal de Bryûsêl de ku di sala 2026 a de li Ermenîstanê tê lidarxistin  hatine  nîqaşkirinê

27 ê tebaxê  civîna asayî ya lijneya bawermendan ya fonda rez û þerabê ya Ermenîstanê, bi serokatîya wezîrê aborîyê yê Komara Ermenîstanê Gevorg Papoyan, pêk hatîye.

Zarûhî Mûradyanê, rêvebera giştî ya fonda ermenî ya ji bo pêşxistina mirovahîyê û sêkrêtara lijneya bawermendan, bername û rapora darayî ya fondê ya ji bo nîvê yekem yê sala 2025 a  raber kirîye.

Civînê de li ser mijarên rêxistinî û byûcêya pêşbirka şerabê ya navneteweyî ya Mondial de Bryûksêlê ku wê  sala 2026 a de li Ermenîstanê bê lidarxistin, nîqaş hatîye kirin. Lidarxistina pêşbirkê li Ermenîstanê derfeteke bêhempa ye ji bo raberkirina mîrata şerabê ya hezar salî, têroîrên bêhempa û cûreyên tirî yên kêm yên welêt ji cîhanê re.

Wezîr Gêvorg Papoyan her wiha girîngîya analîzkirina encamên beşdarbûna pêşangehên şerabê yên navneteweyî, raberkirina raporên li ser wan, û her wiha beşdarîya darayî ya hevaltîyên taybet tekez kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button