H’emû nûçeSereke
Ermenîstanê û Pakîstanê pêwandîyên dîplomatîk îzbat kirine

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan û wezîrê Pakîstanêyî karên der Mehmed Îşak Dar dokûmênta derheqa îzbatkirina pêwandîyên dîplomatîkda îmzem kirine.
“Armenpress” ê ragîhandîye,wekî heytehola îmzekirinê nava doranên civîna Organîzeya Hevkarîya Şanhayê qewimîye.
Bi îmzekirina wê dokûmêntê, Ermensîtan û Pakîstan pêwandîyên dîplomatîk îzbat dikin. Hukumatên herdu welata hewil didin pêwandîyên dostîyê bidine pêşxistinê.
Li gorî wê kanîya înformasîyon, hukumatên herdu welata qayîl bûne ku wekîlên hevdu pevbiguhêrin û pêwandîyên dîplomatîk li gorî konvênsîya Vîênayêye sala 1961 ê îzbatkin.







