H’emû nûçeSereke
Armên Grîgoryan û Magdalêna Gronoyê li ser derfetên aborî yên ku ji hêla dêklarasîyona hevbeş ya Waşîngtonê ve têne efirandin nîqaş kirine

3 ê îlonê, sêkrêtarê konsêya ewlehîya Ermenîstanê Armên Grîgoryan, nûnera taybet ya Yekîtîya Avropayê ji bo Başûrê Kafkasîyayê û krîzeya li Gurcistanê Magdalêna Grono qebûl kirîye.
Wek ku ji ofîsa konseya ewlehîya Ermenîstanê ji “Armenpress” ê re ragîhandine, di civînê de daxuyanîya hevbaş ya ku ji hêla rêberên Ermenîstanê, Adirbêcanê û Dewletên Yekbûyî 8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatîye îmzekirin û derfetên aborî yên ku bên efirandin hatine nîqaşkirin.
Li gorî çavkanîyê, hevdîtinê de behsa vekirina rêyên ragîhandinê yên herêmî jî hatîye kirin, ku di çarçoveya vê de Armên Grîgoryan potênsîyala aborî ya heyî raber kirîye.
Mijarên têkildarîya rojeva dualî ya Ermenîstanê-Yekîtîa Avropayê jî hatine nîqaşkirin.







