Pêvajoyên ku li dora Ermenîstanê diqewimin divê hemû xiristîyanan eleqedar bikin: The Christian Post

Nava rojnameya The Christian Post tê gotin ku Ermenîstan ne tenê welatekî din yê li ser xerîteyê ye, ew ji bo hemû xiristîyanan cîhekî dîrokî û çandî ye. Û di vê kêlîya dîrokî de, Ermenîstan bi awayekî bêhêvî hewcedarê hevgirtina cîhana xiristîyan e.
“Ermenîstan di sala 30 de bi fermî bûye welatê yekem ê xiristîyan. Çîyayên Ermenîstanê bûne cîhê yekem ku xaç lê ne tenê wek sembola bawerîya kesane, lê di heman demê de wek sembola nasnameya neteweyî jî lê hatîye danîn”.
Lê ev mîrateya pîroz di bin gefê de ye. Ermenîstan, ku bi piranî ji alîyê welatên misilman ve hatîye dorpêçkirin, xwe di bin zexta jêopolîtîk de dîtîye. Tirkîyayê bi dehan salan sînorê xwe yê bi Ermenîstanê re girtî hiştîye, bazirganî qut kirîye û rê li ber gihîştina xiristîyanên ermenî bo cîhên girîng yên Încîlê, di nav de çîyayê Araratê jî, vekirîye.
Adirbêcan li rojhilatê welêt kampanyayeke bênavber ya zilm û tirsandinê dimeşîne. Trajêdîya sala 2023 a, dema ku Adirbêcanê Arsax dagir kir, mînaka herî dawî ya vê êrîşkarîyê bûye. Astengkirinê nifûsa ermenîyan westandîye û bi deh hezaran kes neçar kirîye ku ji welatê xwe birevin. Ji bo ermenîyan, Arsax ne tenê axek e, lê axeke pîroz e, ku dêr û keşîşxaneyên sedsalan lê hene ku şahîdîya domdarîya bawerîyê di cîhaneke dijmin de dikin.
Xiristîyanên li çaralîyê cîhanê bêdeng nemînin. Divê ew bi wêrekî Ermenîstanê bi parastina berjewendîyên wê, dua kirine û beşdarbûna di çalakîyên sîyasî de biparêzin. Divê em daxwaz bikin ku civaka navneteweyî rêz li sînorên Ermenîstanê bigire, serwêrîya wê biparêze û gelê wê ji zilm û tundûtûjîyê biparêze.
Rêveberîya Tramp ji bo naskirina girîngîya Ermenîstanê û xebata ji bo peymana aşîtîyê bi Adirbêcanê re hêjayî pesindayînê ye.Ev pêşketina dîplomatîk nîşan da ku serokatîya bihêz ya Dewletên Yekbûyî dikare bibe alîkar ku êrîşkarîya herêmî bê astengkirin û ewlehîya nazik ya Ermenîstanê bê parastin. Her çend kar hîn nehatîye kirin jî, ew gaveke girîng bû di rêça rast de ku divê li serbê avakirin, ne ku bê terikandin.
Rojnameya The Christian Post dinivîse: “Pirs îro ew e ku gelo xiristîyan û gelên ku bi mîrata xiristîyanî hatine şekildan wê li kêleka parastina Ermenîstanê bisekinin”.







