Fêstîvala navneteweyî ya pirtûkaye 8 emîn ya Yêrêvanê wê di navbera 5-7 ê îlonê bê lidarxistin

Bi piştgiriya wezîreta Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê fêstîvala pirtûkaye 8 emîn ya navneteweyî ya Yêrêvanê wê di 5-7 ê îlonê li muzexaneya dîrokê ya Ermenîstanê û galêrîya neteweyî ya Ermenîstanê bê lidarxistin (frotan pirtûkan wê li meydana Komarê, di bin kemerê de li pêşîya muzexaneyan bê lidarxistin). Derheqa wê yekêda ji alîê wezîreta perwerdê, zanistê, çandê û sportê ve hatîye ragîhandin.
Bernameya fêstîvalê 50 çalakî dihewîne: pêşkêşkirina pirtûkan, xwendina helbestan, civînên edebî, nîqaşên pîşeyî, dersên masterê û xelatên edebî. Nivîskar, rexnegir û weşanxaneyên navdar ji Ermenîstanê, Pvadişatîya Yekbûyî, Îtalyye, Latvîyayê, Gurcistanê, Rûsyayê, Komara Çêxîyayê, Yûnanistanê, Hollandayê, Îranê û Dewletên Yekbûyî wê beşdarî fêstîvala pirtûkan ya navneteweyî ya Yêrêvanê bibin.
Li gorî rêvebira fêstîvalê Anî Xazaryanê, 50 î zedetir weşanxane, pirtûkfiroş, muzexane, pirtûkxane û sazîyên perwerdehî û çandî wê beşdarî fûara pirtûkan bibin û berhemên xwe bi erzanîya 20-50 selefî bifroşin. “Înîsîyatîveke girîng jî bernameya piştgirî û serdanên Ermenîstanê ji bo weşanxaneyên navneteweyî ye, ku îsal cara yekem tê pêkanîn. Armanca bernameyê ew e ku bi efirandina platformeke ji bo hevkarîya di navbera weşanxane û ajanên wêjeyî yên ermenî û bîyanî de naskirina gerdûnî ya wêjeya ermenî pêş bixe. Rêvebira komeleya weşanxaneyên navneteweyî, weşanxaneyên ji Yûnanistanê, Gurcistanê, Îtalyayê û Latvîyayê wê bigihîjin Ermenîstanê. Û piştî serdanê, ew ê mafê wergerandina berhema her nivîskarekî ermenî yê hemdem bi weşandina berhemê bi zimanê xwe bi dest bixin”,- Anî Xazaryanê gotîye.







