H’emû nûçeSereke

Mihêr Grîgoryan serdana Adirbêcanê lê Şahîn Mûstafayêv jî serdana Ermenîstanê kirine: wezîreta karên der

Wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandîye ku  5 ê îlona sala  2025 a de, di bin serokatîya cîgirê serokwezîrê Komara Ermenîstanê Mihêr Grîgoryan û cîgirê Komara Adirbêcanê Şahîn Mûstafayêv de, şandeyên herdu dewletan serdanên hevbeş li axa Komara Ermenîstanê û axa Komara Adirbêcanê kirine.

“Li gorî rêkeftinên ku  8 ê tebaxa sala 2025 a li Waşîngtonê hatine kirin, alîyan mijarên têkildarî dîyar kirine û paqijkirina beş /beşên têkildar yên xeta sînor, û her weha sererastkirin û avakirina binesazîya pêwîst û dema pêkanîna wan nîqaş kirine, bi armanca hevrêzkirina çalakîyan di warê efirandina ragîhandinê de”.

Di daxuyanîyê de tê gotin ku serokên dêlêgasîyan li ser organîzekirina civîna bê ya komîsyona nîşankirina sînorê welatan û ewlekarîya sînor ya di navbera Komara Ermenîstanê û Komara Adirbêcanê û komîsyona dewletê ya nîşankirina sînorê dewletê ya di navbera Komara Adirbêcanê û Komara Ermenîstanê de, nêrînên xwe parve kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button