
Îzbatî derketine holê ku Ûkraînayê fîloya xwe ya balafirên şer yên MiG-29 ji çavkanîyeke neçaverêkirî: Adirbêcan, tijî kirîye. Ev agahî ji hêla portala The War Zone ve hatîye ragîhandin.
Portal dinivîse: “Wêneyek ku vê dawîyê li ser medyaya civakî derketîye, MiG-29-a yek-kursî ya hêza hewayî ya Ûkraînayê di şêma kamûflajê ya tîpîk ya ku ji hêla Adirbêcanê ve tê bikar anîn nîşan dide, ku rengên şîn, gewr û binefşî-gewr li hev dicivîne”.
Nayê dûrxistin ku Adirbêycanê “bi awayekî nefermî” piştgirîyeke din jî daye Ûkraînayê, bi şiklê bombeyên hûrgelî, hawan û sotemenîyê.







