Paşînyan wê încîla ku ji dema veşartinê li cem wî bûye, bide mûzêya li Waşîngtonê

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan wê încîlê bide mûzêya incîlê ya Waşîngtonê.
Li gorî «Armenpress» ê, serokwezîr derheqa wê yekêda li ser rûpela xwe ya Facebook ê nivîsîye û vîdyoyek jî weşandîye.
“Ev încîl dema ku ez vedişêrim gihîşte min. Dixwazim ji we re bînim bîr ku ez ji 2 ê adara sala 2008 a heta 1 ê tîrmeha sala 2009 a girtî bûme . Paşê, ev încîl salek û 11 mehan di girtîgehê de bi min re bûye”.
Seredana dawî ya Dewletên Yekbûyî, fikrek kete bîra min, û min soz da ku ez ê vê încîlê bidim mûzêya încîlê li Waşîngtonê.
Paşînyan gotîye: “Û niha ev pêvajo diqewime, di demek nêzîk de ez ê dîyarîyê bişînim mûzêya kitêba Pîroz ya Waşîngtonê. Ez difikirim ku pirtûka ku ji bo min pir girîng û hêja ye wê li cîhekî pir girîng biqede, û ev cîhê rast e ku ew biqede” û kitêba Pîroz nîşan daye, ku ew ê di demek nêzîk de bide mûzêya kitêba Pîroz ya Waşîngtonê.







