
Dmîtrî Mîlyûtîn, cîgirê serokê daîreya 5 emîn ya sêrvîsa ewlekarîya Fêdêral ya Rûsyayê, ji kar hatîye dûrxistin. Ev yek ji hêla du çavkanîyên ku bi sêrvîsên taybet re nas in ji The Insider re hatîye ragihandin. Li gorî wan, Mîlyûtîn çavdêrîya berfirehkirina bandora Rûsyayê li qada piştî Sovyêtê kirîye. Di destpêkê de, gênêral li Ûkraînayê, paşê li Moldovayê kar kirîye. Di heman demê de, Mîlyûtîn bi eşkereyî dîyar kirîye ku ew xeyala vejandina Yekîtîya Sovyêtê dike û amade ye ku hemî hêza xwe ji bo wê terxan bike.
Bi taybetî, Mîlyûtîn sala 2020 î de, berîya hilbijartinên serokatîyê yên li Moldovayê, çalak bûye. Wê demê, gelek têknîsyenên sîyasî û efserên servîsên taybet ji Moskvayê gihîştin komarê. Wana ji Krêmlê re behsa serkeftina nêzîk ya namzetê alîgirê Rûsyayê Îgor Dodon kirin. Lê belê, Maya Sandû, alîgira nêzîkbûna bi Avropayê re, bi ser ket. Rewş di sala 2024 a dubare bû, dema ku dijberê Sandû sêrdozgerê giştî yê berê yê Moldovayê, Alêksandr Stoyanov, ku ji hêla Moskvayê ve dihat piştgirîkirin, bûye. Lê belê, ev ne sedema îstîfaya Mîlyûtîn bû. Li gorî yek ji hevpeyvînerên kovarê, gênêral nekarî bi serokê nû, Alêksêy Komkov, ku sala 2024 a de şûna Sêrgêy Beseda girt, bixebite. “Mîlyûtin gotîye ku ew amade ye bi tifinga makîneyê biçe Moldovayê û li wir rêziknameyê ava bike. Çavkanîyê rave kirîye ku Komkov her gav alîgirê nêzîkatîyeke naziktir bûye û dest bi “paqijkirina” radîkalan ji tîma berê ya Beseda kirîye”.







