SerekeSîyasî

Wê qet korîdorek tune be:balyozê Îranêyî li Ermenîstanê

Wê qet korîdorek tune be, bi zorê tiştek nayê kirin. Derheqa wê yekêda 9 ê îlonê baylozê Îranêyî li Ermenîstanê Mêhdî Sobhanî li parlamêntoyê ji rojnamevanan re gotîye.

Ewî zêde kirîye ku tiştek tune ku jê re “korîdor” bê gotin. Dîplomat rave kirîye ku ew rê ye. Sobhanî destnîşan kirîye ku “Ne di metna peymana aşîtîyê de, ne jî di daxuyanîya ku  hatîye îmzekirin behsa korîdorê nayê kirin”.

Ewî her wiha gotîye ku ew ji bo niqaşkirina mijarên hevkarîya navbera parlamêntoyan serdana meclîsa neteweyî ya Komara Ermenîstanê kirîye. Balyoz dîyar kirîye ku cîgirê wezîrê Îranêyî karên der, ku serdana Ermenîstanê kiribû, bi mijarên hevkarîya navbera parlamêntoyan re mijûl dibe. Dîplomat her wiha ragîhandîye ku alî plan dikin ku komîsyoneke konsûlxaneyê ya hevbeş ava bikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button