Banka navendî:ajansên nirxandinê yên bîyanî xetereyên jeopolîtîk yên li dora Ermenîstanê kêm dibin

Ajansên nirxandinê yên biyanî kêmbûnek, lê ne windabûnek, di rîskên jeopolîtîk yên li dora Ermenîstanê de destnîşan dikin. Derheqa wê yekêda serokê banka navendî ya Ermenîstanê Martîn Galstyan, di dema nîqaşkirina rapora salane ya çalakiyên meclîsa neteweyî de, bersiva pirsên parlamenteran daye.
Ji ber vê yekê Fitch ê, yek ji ajansên pêşeng yên nirxandinê, di dawiya tebaxê de nirxandina krêdiyê ya Ermenîstanê nû nekir, lê tenê şîroveyên erênî yên bi baldarî kirîye. Galstyan gotîye: “Destpêkirina peymanan gaveke erênî ye, lê hîn jî astengî li ser rê hene”.
Bi awayekî yan awayekî din, li gorî serokê banka navendî, di têkiliyên şexsî de, hevkarên navneteweyî, çi pisporên navneteweyî bin, çi rêxistinên bazirganî bin, nirxandinên erênî tînin ziman.
“Di demek nêzîk de, korporasyona bankayê ya Raiffeisen International wê cara yekem li Vîênayê “Rojên Ermenîstanê” li dar bixe.” Bê guman, ev çalakî berî îmzekirina peymanan jî hatibû plankirin, lê di êvara wê de sînyalên erênî di demên dawî de zêde bûne”,- Martîn Galstyan destnîşan kirîye.







