H’emû nûçeSereke

Gotûbêjên li ser mêmorandûma ermenîya-amêrîkîya îro jî berdewam dibin:serokwezîr

Gotûbêjên xebatê yên li ser peymana hevfêmkirinê ya ermenîya-amêrîkîya îro jî berdewam dibin. Li gorî “Armenpress” ê, di dema rûniştina pirs û bersivan ya hukumetê de li meclîsa neteweyî, serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye û behsa pirsa sêkrêtarê fraksîyona “Hayastan” Arsvîk Mînasyan kirîye, di derbarê demên dawî yên ji bo peymana hevfêmkirinê ya ermenîya-amêrîkî û gavên hatine avîtin.

Serokwezîr Nîkol Paşînyan destnîşan kirîye ku mêmorandûmên weha bi gelemperî ji bo yek yan du salan têne îmzekirin, û îhtîmala dirêjkirina wan heta sê salan heye:

“Mêmûrandûma nîyetê bi heman mantîqê têne îmzekirin. Mêmorandûmeke nîyetê xeyal bikin ku heyama wê 25 sal be, ewê îdî nabe rastî. Ji ber vê yekê mêmorandûm ji bo salekê ye, da ku di wê demê de nîyet veguhere projeyeke, peymaneke, peymanek yan veberhênanê,-Paşînyan gotîye.

Dema ku Mînasyan ji serokwezîr pirsîye ka di meha borî de çi hatîye kirin, ewî bersiv daye ku nîqaşên xebatê di formatên cûre-cûre de pêk hatine.

Paşînyan wiha dawî li axaftina xwe anîye: “Ew nîqaş berdewam dibin. Ew îro diqewimin, dibe ku niha jî”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button