H’emû nûçeSereke

Projeya “Rîya Tramp” mijara gotûbêjên dualî yên Ermenîstan-Amêrîkayê ye: Paşînyan

Xala 4 a ya daxuyanîya li ser “Rêya Tramp” ya ku  8 ê tebaxê li Waşîngtonê hatîye îmzekirin, dibêje ku projeya TRIPP mijareke di rojeva nîqaşê ya di navbera Ermenîstan û Dewletên Yekbûyî de ye.

Li gorî “Armenpress” ê,  derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan di dema rûniştina pirs û bersivan ya  meclîsa neteweyî ya hukumetê de ragîhandîye.

Parlamentara ji fraksîyona “Peymana sîvîl” Arûsyak Cûlhakyanê destnîşan kirîye ku piştî peymanên Waşîngtonê yên 8 ê tebaxê, serokkomarê Adirbêcanê Îlham Elîyêv çend roj berê dîsa peyva “Korîdora Zangêzûr” ê  bi kar anîye, ku ev yek bi navê “Rêya Tramp” ya ku di daxuyanîya 8 ê tebaxê de hatîye bikar anîn  nakok e.

“Rastîyeke obyêktîv heye, û têgihîştinên sûbyêktîv jî hene. Rastîya obyêktîv ew e ku Ermenîstanê û Adirbêcanê careke din li Waşîngtonê yekparçeya axa hev, serwêrî, dadwarî û neguherîna sînoran nas kirine. Û ji vê yekê derdikeve holê ku dibe ku kanalên weha di nav axa Komara Ermenîstanê de hebin, ku Komara Ermenîstanê li ser wê biryarê dide û li ser wan rêkeftin hatine kirin”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr ji dika parlamêntoyê fotokopîyak ji dêklarasîyona li Waşîngtonê îmzekirî  raber kirîye, ku tê de îmzeya wî hebû ku li axa Ermenîstanê wê binesazîyeke bi navê TRIPP hebe.

“Lê ev ne tevahîya dîrokê ye. Tevahîya dîrokê ew e ku di vê protokolê de îmzeya serokê Dewletên Yekbûyî jî heye. Lê ev ne tevahîya dîrokê ye. Tevahîya dîrokê ew e ku di vê protokolê de îmzeya serokê Adirbêcanê jî heye”,-Paşînyan gotîye.

Serokwezîr her wiha tekez kirîye ku xala 4 a ya wê belgeyê dibêje ku projeya TRIPP mijareke di rojeva nîqaşê ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de ye.

“Pirs wê derkeve holê: têkilîya Adirbêcanê bi wê mijarê re çi ye? Girêdana wiha ye ragîhandinên Ermenîstanê û Adirbêcanê divê bi hev ve girêdayî bin. Lê projeya TRIPP mijara niqaşa dualî ya di navbera Ermenîstanê û Dewletên Yekbûyî de ye. Û ne tenê îmzeya serokwezîrê Ermenîstanê, ne tenê ya serokê Dewletên Yekbûyî, lê di heman demê de ya serokê Adirbêcanê jî heye”.

Serokwezîr tekez kirîye ku “Lê ez nikarim vê yekê jî red bikim ku ev nav li Adirbêcanê ji ber şert û mercên obyêktîv û sûbyêktîv ewqas popûlyar bûye ku Adirbêcan dikare her binesazîya ku di axa wê re derbaz dibe, tevî wan binesazîyên ku divê tevlî rêya Tramp bibin, bi her navî bi nav bike. Lê ev yek tu eleqeya xwe bi axa serwêr ya Komara Ermenîstanê, rojeva Komara Ermenîstanê, yan peymanên ku li Waşîngtonê hatine bidestxistin re tune ye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button