H’emû nûçeSereke
Balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên Yekbûyî beşdarî teşkîldarîya qebûlkirina ji bo balyozên nû ku hatibû lidarxistinê bûye

9 ê îlonê, balyozê Ermenîstanêyî li Dewletên Yekbûyî Narêk Mkrtçyan beşdarî qebûlkirinê bûye ku ji hêla navenda navneteweyî ya Mêrîdîan ve ji bo balyozên nû hatibû organîzekirin. Çalakî, ku li Mêrîdîan haûsê hatibû lidarxistin, wekî platformek ji bo danûstandinan bi rêberên dîplomatîk û sîyasî yên Waşîngtonê, û her weha civaka karsazîyê re xizmet kirîye.Derheqa wê yekêda balyozxaneya Ermenîstanêye li Dewletên Yekbûyî ragîhandîye.
Mêrîdîan haûs navendeke navneteweyî ya bêalî ye ku ji bo qewînkirina dîplomasîyê û pêşxistina hevkarîya navneteweyî dixebite.







