H’emû nûçeSereke
Peymana aşîtîyê ya di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de di nîvê yekem yê sala 2026 a de wê bê îmzekirin: Fîdan

Wezîrê Tirkîyayêyî karên der Hakan Fîdan ragîhandîye ku dema Ermenîstan û Adirbêcan peymana aşîtîyê ya dawî îmze bikin, Tirkîya jî wê dest bi avîtina gavan bike ji bo normalîzasîyakirina têkilîyên xwe bi Ermenîstanê re.
Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ewî daxuyanî di konfêransa ku li înstîtûta têkilîyên navneteweyî ya li Romayê hatîye lidarxistin, daye. Ajansa “Anadolu” ê ya tirkî gotinên wezîrê karên der weguhastîye.
“Belgeya ku li Waşîngtonê hatîye îmzekirin ne dawî ye, îmzekirina belgeya dawî di nîvê yekem yê sala 2026 a de tê hêvîkirin”,- Fîdan gotîye.







