SerekeSport

Tîma Ermenîstanê bû çêmpîyonata yekem yê çêmpîyonata rojnamevanên fûtbolê ya Avropayê

Çêmpîyonatya fûtbolê ya Avropayê de ku li Drûskînînkayê ya Lîtvayê hatîye lidarxistin, tîma rojnamevanên Ermenîstanê di fînalê de tîma Ûkraînayê bi 2:0 têk birîye û bûye çêmpîyonê yekem yê çêmpîyonata fûtbolê ya Avropayê.

Davîd Alaverdyan,weşanvanê sererek “Mêdîamaks” ê û kapîtanê tîma rojnamevanên ermenî, ji Factor.am ê re gotîye ku 14 tîm beşdar bûne, di nav wan de yên ji Gurcistanê û Adirbêcanê jî hebûne.

Her du tîm jî di çaryekfînalê de winda kirine. Tîma Ûkraînayê di rêza duyemîn de û tîma Lîtvayê jî di rêza sêyemîn de cîh girtîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button