H’emû nûçeSereke

Em ji niştecîhên sînor re dibêjin  heger ji her du alîyan ve îradeyek hebe, pêşerojeke aştîyan dikare hebe, û sînor wê bi hev ve girêdayî bin:Rîtêr

Dema ku em  hatin, sê erkên me hebûn, aramkirina rewşê bi hebûna xwe, û ya duyemîn, efirandina hesteke ewlehîyê di nav mirovan de û alîkarîya avakirina bawarîyê. Ev yek 15 ê îlonê, di axaftina xwe de li konfêransa navneteweyî ya “Ewlehî û berxwedana berfireh 2025”   nava xeberdana xweda  serokê mîsyona çavdêrîyê ya Yekîtîya Avropayêye li Ermenîstanê Markûs Rîter gotîye.

“Xebata bi Adirbêcanê re pir serkeftî nebûye. Em bi nifûsa ermenî ya li ser sînor re dixebitin. Em hewil didin ku bi 170 rêxistinên nehukumî re bixebitin, bi hin ji wan re têkilîyên me yên birêkûpêk hene. Me di dawîya sala borî de dest bi serdana dibistanên sînor kir da ku îdêolojîya avropî  raber bikin. Gelek kes nizanin Yekîtîya Avropayê çi ye, û heke bizanin, ew di weşanên têlêvîzîyonên Rûsyayê de hatîye avakirin. Me hewl da ku wê hinekî nêzîkî rastîyê bikin. Em dibînin ku bi taybetî ciwan bi sedema avakirina Yekîtîya Avropayê eleqedar dibin”.

Endamtîya Yekîtîya Avropayê yan jî şopandina mînaka wê ramanê nayê wê wateyê ku meriv dev ji nasnameya neteweyî ya welatê xwe, çanda xwe berde.

“Em hewil didin ji ciwanên gundên sînor re bibêjin ku heger îradeyek ji herdu alîyan hebe, pêşerojeke aştîyane dikare hebe, sînorên ku wê ne parçe bikin û ne jî ji hev veqetînin, lê wê bi hev ve girêbidin, ku wê her du alî jê sûd werbigirin”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button