SerekeSîyasî

Kongrêsmên Şêrman guhartina ku piştgirîya Amêrîkayê ji bo Tirkîyayê û Adirbêcanê asteng dike  raber dike: ANCA

Komîtêya neteweyî ya ermenîyan ya Amêrîkayê  radigihîne ku endamê meclîsa nûneran ya Amêrîkayê Brêd Şêrman guherînek  raber kirîye ku wê rê li ber korporasîyona darayî ya navneteweyî ya Amêrîkayê bigire ku alîkarîya Tirkîyayê û Adirbêcanê bike heta ku Tirkîya dorpêça li ser Ermenîstanê rake û Adirbêcan girtîyên şêr yên ermenî serbest bernede.

Şêrman di konfêransa “Hesabdayîn 2025” ya  komîtêya neteweyî ya ermenîyan yaAmêrîkayê  de li Capîtolyûmê axivîye û gotîye: “Guhertina min destnîşan dike ku Tirkîya pereya nade Adirbêcanê heta ku dorpêça li ser Ermenîstanê berdewam bike û girtî neyên berdan”.

Komîtêya neteweyî ya ermenîyan ya Amêrîkayê  radigîhîne ku Şêrman guhertineke duyemîn heye, vê carê ji nû ve gotina qanûna destûrdayîna wezîreta  karên der, ku wê desthilata serok ji bo betalkirina beşa 907 a rake, bi vî awayî alîkarîya leşkerî ya amêrîkî ji bo Adirbêcanê bi bandor asteng dike.

Komîtêya têkilîyên derve ya meclisa nûneran vê û çend guhertinên din yên ku ji hêla kongrêsmên Con Kêrî ve, bi piştgirîya  komîtêya neteweyî ya ermenîyan ya Amêrîkayê, hatine  raberkirin, dinirxîne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button