H’emû nûçeSereke

Em dora hemû tiştî pevketine, çi ku nivîsare û belavkirîye: Ararat Mîrzoyan derheqa pêvajoya aşîtîyêda

Roja îroyîn em amadene ku şêwirdarîyê derheqa cîh û  warên îmzekirina peymana aşîtîyê û wedê wê destpêkin. Derheqa wê yekêda wextê qisa tevî rojnamevana, wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan gotîye.

Bi gotina wî, bi rîya hevraxeberdana û gotûbêjkirina “Rîya Tramp” wê bi hûrgilî di navbera dêlêgasîyayên Ermenîstanê û  amêrîkîda bê zelalkirinê.

“Tevî alîyê azêrîya fikirên tomerî hene û ew nava dêklarasîya li Waşîngtonê îmzekirî hatine dîyarkirinê, kîjanêda hatîye gotinê,wekî vekirina rîya wê bin bandora wekehevtî û neteribandina sînorên welatada bê mîyaserkirinê”,-ewî gotîye.

Wezîr careke mayîn daye dîyarkirinê,wekî dora wan xala, yên ku  hatine nivîsarê û belavikrinê, pevketin hatine destanînê, lê şirovekirinên başqe ne tiştê nêzîkî rastîyêne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button