H’emû nûçeSereke

Ermenîstan dikare bibe xala tranzît ya dabînkirina gaze:parlamêntvana Tirkîyayê

Ermenîstan û Tirkîya di warên cûre-cûre de xwedî şîyanên hevdu temamker in, û bikaranîna vê potênsyalê dikare bibe alîkar ji bo pêşkeftina her du welatan û tevahîya herêmê.

Li gorî “Armenpêrês” ê, seroka binkomîtêya parlamêntoya NATO ê, endama parlamentoya Tirkîyayê  Fatma Aksalê, li brîfînga ku di çarçoveya sêmînara Roûz-Rotê ya parlamentoya NATO ê ye 108emîn  ku li Yêrêvanê tê lidarxistin  ragîhandîye. Aksalê gotîye: “Ermenîstan di hin waran de xwedî avantaj e, Tirkîya di yên din de xwedî avantaj e. Her kes ji bazirganîyê sûd werdigire. Em cînar in û têkilîyên me yên dîrokî hene. Welatîyên ermenî li Tirkîyayê dijîn têkilîyên me yên baş bi wan re hene. Ez bawer dikim ku her du welat, tevahîya herêma Başûrê Kafkasyayê, wê tenê ji aşîtîyê sûd werbigirin”.

Ewê her wiha rola Tirkîyayê wek xaçerêyek di navbera Rojhilat û Rojava de tekez kirîye.

“Tirkîya wê Ermenîstanê bi hemû Avropayê ve girêbide. Ermenîstan dixwaze tevlî Yekîtîya Avropayê bibe. Em ne endamê Yekîtîya Avropayê ne, lê em di navbera Ermenîstanê û Avropayê de xaçerêyek in, û ev dikare gelek alîkarîyê bike. Wek din, Ermenîstan dikare di sêktora ênêrjîyê de, bo nimûne, ji bo dabînkirina gazê, bibe xaleke tranzîtê”,- ewê destnîşan kirîye.

Aksal piştrast e ku normalîzasîyakirina têkilîyên di navbera Ermenîstanê û Tirkîyayê de ne tenê wê bibe sedema aşîtîya herêmî, lê di heman demê de wê bibe sedema vekirina derfetên nû ji bo hevkarîya aborî jî.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button