
Du sal piştî ku Adirbêcanê 100 000 zêdetir ermenî ji Qerabaxê derxistin, malên wan hîn jî vala ne û dengê wan ji sernavên cîhanî winda bûye. Di dema pevçûyînên karesatbartir de ew hatine jibîrkirin û dema ku Waşîngtonê di navbera Ermenîstan û Adirbêcanê de navbeynkarîya rêkeftinekê kirîye, ew hatine paşguhkirin. Lê perçeyeke wenda heye:aşîtî nikare bê wateya qanûnîkirina paqijkirina etnîkî, çalakvanek mafên mirovan û profêsor li fakûltêya hiqûqê ya zanîngeha Kolûmbîyayê Tomas Bêkêr, di gotarek ji bo The Washington Times de nivîsîye.
Wekî ku xudan destnîşan dike, meha borî, dema ku dîktatorê Adirbêcanê Îlham Elîyêv û serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan li qesira Sipî soza peymana aşîtîyê îmze kirin, di metnê de behsa civaka ermenî ya wêranbûyî yan jî 23 girtîyên sîyasî yên ku hîn jî li Bekûyê ne nehat kirin.
Bêkêr dinivîse: “Divê ev kêmasî bên çareserkirin. Li hevhatina rastîn garantîyên vegera ewle ya kesên koçber û serbestberdana girtîyan hewce dike”.
Ew bi bîr tîne ku pênc sal berê, Adirbêcanê êrîşeke cidî da destpêkirin. Pêla yekem ya mezin ya paqijkirina etnîkî di îlona sala 2020 î dest pê kir, dema ku Adirbêcanê êrîşeke leşkerî da destpêkirin û piranîya Qerabaxê zeft kir. Tundûtûjî bênavber bû: hêzên Adirbêcanê îşkence, qirkirin û wêrankirina cîhên olî yên berfireh pêk anîn, bi armanca eşkere ya ji holêrakirina ermenîyên etnîkî û dîroka wan ji navçeyê. 44 roj şûnda agirbest hate îmzekirin, lê komkujî berdewam kir.
Îlona sala 2022 a, Adirbêcanê êrîşên xwe yên li ser gundên hem li Qerabaxê û hem jî li Ermenîstana serwêr zêde kirin. Du meh şûnda, dest bi dorpêçkirina korîdora Laçînê kirin, ku tekane rê û xeta jîyanê ye ku Qerebaxê bi cîhana derve ve girêdide. Qutkirina xwarin, sotemenî û dermanan bû sedema krîzeke mirovî. Tora zanîngehê ya mafên mirovan, çavdêrîya gênosîdê, înstîtûa Lêmkîn ji bo pêşîlêgirtina jênosîdê, şêwirmendê taybet yê Netewên Yekbûyî yê yekem ji bo pêşîlêgirtina jênosîdê, û dozgerê giştî yê yekem yê dadgeha cezayê navneteweyî li ser gefa paqijîya etnîkî û jênosîdê hişyarî dan.
19 ê îlona sala 2023 a, di nav birçîbûnê û kêmbûna nifûsa Qerebaxê de, Adirbêcanê derbeya dawî da. Di nav tenê du rojan de, dest bi êrîşeke leşkerî kir û 100 000 ermenîyên mayî ji cîh û warên xwe derxistin. Bi tevahî, di salên
Berîya civîna tebaxê ya di navbera Elîyêv û Paşînyan de, Donald Tramp li ser Truth Social ragîhand ku “civîneke dîrokî ya aşîtîyê” wê bê lidarxistin. Ev daxuyanî bidawîanîna şerê bi dehan salan û planeke muhtemel ji bo vegera kesên ji navxwe koçberbûyî yên ji Qerebaxê nîşan da. Roja din, Elîyêv û Paşînyan li qesira Sipî tevlî Tramp bûn û soza aşîtîyê îmze kirin.
Qesira Sipî hevdîtin wek “destkeftiyek girîng ya dîplomasîya navneteweyî ku tenê bi saya birêz Tramp dikaribû bihata kirin” bi nav kir, û Elîyêv ragihand ku ew û Paşinyan wê Tramp ji bo xelata Aşîtîyê ya Nobelê berbijêr bikin. Hin şîrovekaran ragihandin ku pirsgirêka Qerabaxê di dawiyê de “hatiye girtin”, lê civîn tenê ji bo wênegirtinê bûye.
Tu peymaneke girêdayî nehat îmzekirin. Rêberan tenê nîyeta xwe ya ji bo temamkirina reşnivîsa peymana aşîtîyê ya ku di civînê de hatîye nîqaşkirin û îmzekirin piştrast kirine. Di reşnivîsê de behsa Qerabaxê, navenda pevçûyînê, yan jî 150 000 kesên koçber nebûye.
Ev peyman mafê vegerê yê kesên koçber yên Qerabaxê peyda nedikir, bi vî awayî windabûna wan bi bandor rewa dikir. Ji bo ku peymaneke aşîtîyê watedar û mayînde be, divê ew hewcedarîyên kesên herî zêde bandor lê bûne çareser bike.







