H’emû nûçeSereke

Hinardekirina ji Ermenîstanê di nîvê yekem yê sala 2025 a de bi 53  selefî kêm bûye:wezîreta fînansa

Hinardekirina ji Ermenîstanê di nîvê yekem yê sala 2025 a de bi  53 selefî  kêm bûye. Derheqa we yekeda  22 ê îlonê di civîna komîtêya daîmî ya parlamêntoyê ya li ser pirsgirêkên darayî, krêdî û byûcêyê de di dema nîqaşkirina rapora pêkanîna byûcêya dewletê ya nîvê yekem yê sala 2025 a de ji alîyê wezîrê Ermenîstanêyî fînansa Vahê Hovhannîsyan ve hatîye ragihandin.

Di heman demê de, wezîr destnîşan kirîye ku hinardekirina kelûpelên bi eslê xwe ermenî bi 10,3 selefî zêde bûye. Hovhannîsyan rave kirîye ku hinardekirina ji Ermenîstanê bi 52,8 selefî kêm bûye. Ev ji ber kêmbûna tund ya ji nû ve hinardekirina zêr, zîv û platînê ye.

Di heman demê de, hawirdekirina kelûpelan ji çile heta hezîranê bi 38.6 selefî kêm bûye. Li gorî wezîr, ev yek jî ji ber kêmbûna tund ya ji nû ve hinardekirinê ye. Wezîrê  fînansa got jî: “Piştî rakirina bandora ji nû ve hinardekirinê, mezinbûna hawirdekirinê bi qasî 7 selef bûye”.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button