H’emû nûçeSereke

Janna Andrêasyan û Jîlbêr-Lyûk Divînaz li ser qewînkirina têkilîyên çandê û perwerdeyî yên Ermenîstan-Fransîyayê axivîne

Wezîra Ermenîstanêye perwerdê, zanistê, çandê û sportê  Janna Andrêasyanê şanda bi serokatîya serokê koma dostanîya Ermenîstan-Fransîyayê ya Sênatoya Fransîyayê Jîlbêr-Lyûk Divînaz qebûl kirîye.

Cîgirê wezîrê perwerdê, zanistê, çandê û sportê Artûr Martîrosyan jî di civînê de amade bûye.

Li gorî “Armenpress” ê, wezîreta perwerdê, zanistê û çandê ya Ermenîstanê agahdar dike ku di hevdîtinê de, Janna Andrêasyanê destnîşan kirîye ku ew hevkarîya di navbera Ermenîstan û Fransîyayê de di warên perwerdê, zanistê, çandê, sportê û ciwanan de pir dinirxîne. Wezîr bi taybetî li ser pêşangeha navneteweyî ya “Dîyaloga Pîroz:ji Lûvrê heta mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê” ku bi hevkarîya Lûvrê li mûzêya dîrokê ya Ermenîstanê hatîye vekirin, hevkarîya galêrîya neteweyî ya Ermenîstanê bi alîyê fransî re, û destpêşxerîyên pêşerojê di warê çandê de rawestîyaye.

Janna Andrêasyanê bal kişandîye ser girîngîya xebata hevkar ya ji bo pêşxistina çalakîyên zanîngeha fransî li Ermenîstanê, navenda perwerdehîya pîşeyî ya fransî-ermenî û komplêksa perwerdehîyê ya fransî ya bi navê Anatol Frans. Girîngîyeke taybetî li ser pêşxistina hînkirina zimanê fransî li sazîyên perwerdehîya giştî yên Komara Ermenîstanê û mîsogerkirina bandor û berdewamîya bernameyên perwerdehîya mamosteyan hatîye danîn. Wezîrê her wiha bal kişand ser hebûna 10emîn lîstikên frankofonîyê  sala 2027 a de li Ermenîstanê, û tekez kirîye li ser girîngîya herêmîkirina ezmûna fransî.

Di nav mijarên ku di navbera alîyan de hatine nîqaşkirin, îhtîmala pêkanîna bernameyên hevbeş ji bo pêşxistina şerabçêkirinê li Ermenîstanê di warên perwerdê û çandê de bûye. Di vê çarçoveyê de, wezîrê destnîşan kirîye ku di navbera zanîngeha çandinîyê ya neteweyî ya Ermenîstanê û zanîngehên fransî de ji bo pêşxistina vê rêyê lihevkirinek heye. Girîngîya kirina kolandinên arxêolojîk li herêma şikefta Arêni 1 û popûlerkirina mîrata çandî di warê şerabçêkirinê de jî hatîyee destnîşan kirin.

Jîlbêr-Lyûk Divînaz spasîya xwe ji bo pêşwazîyê anîye ziman û amadebûna xwe ji bo hevkarîyê di pêkanîna mijarên ku di bin nîqaşê de ne ji nû ve piştrast kirîye.

Di hevdîtinê de mijarên din yên balkêş yên hevbeş jî hatine nîqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button