Ermenîstan û Îran ji bo vekirina hevpar ya kargeh û sazîyên hilberînê li hev kirine

Yêrêvanê û Têhranê li hev kirine ku li Îranê û Ermenîstanê dezgeh û kargehên hilberînê yên hevbeş vekin.
Di bersiva pirseke ji peyamnêrê “Armenpress” ê ye li Moskvayê, derheqa wê yekêda wezîrê Îranêyî pîşesazîyê, madenê û bazirganîyê Mihemed Atabak, dîyar kirîye, ku behsa xebata ku di çarçoveya peymana bazirganîya azad ya di navbera yekîtîya aborî ya Avrasyayê û Îranê de û hevkarîya bi Ermenîstanê re di wê çarçoveyê de hatîye kirin, kirîye.
Wezîrê Îranî destnîşan kirîye ku “Welatê me bi Komara Ermenîstanê re têkilîyên pir baş hene. Hevkariya aborî û bazirganî ya di navbera her du welatan de gav bi gav zêde dibe. Di serdana me ya dawî de bi serok Mesûd Pêzêşkîan re, me li ser hemû warên hevkarîyê nîqaş kirine. Me her wiha li ser veberhênanên hevbeş, pêkanîna projeyên hilberînê û berfirehkirina derfetên firotanê li bazaran axivîne. Peymana me ser vekirina sazî û kargehên hilberînê yên hevbeş hem li Îran û hem jî li Ermenistanê heye”.
Bidine kifşê ku 24 ê îlonê, yekem civîna komîtêya hevbeş ya cîh bi cîkirina peymana bazirganîya azad ya berfireh ya di navbera Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî û Komara Îranêye Îslamî de li Moskvayê dest pê kirîye. Rojeva civînê rakirina sînorkirinên hejmarî û astengîyên têknîkî yên li pêşîya îtxalkirina kelûpelan ji welatên Yekîtîya Avrasyayêye Êkonomîkî ji alîyê Îranê ve, dîjîtalîzasîyakirina bazirganîyê, pêşxistina korîdora veguhastina navneteweyî ya “Bakûr-Başûr” û mijarên din yên rojane yên balkêşîya dualî ye.







